Xelkê Ranya: Raperîna me ji bo serxwebûnê bû

Ranya-KDP.info- Welatiyên bajarokê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re dibêjin referanduma Başûrê Kurdistanê proseyeke niştimanî û neteweyî ye û divê hemû xelkê Kurdistanê lê xwedê derkevin, ji ber ku berhema xebata çendîn salan ji raperîn û xwîna şehîdan e.
Şaho Ehmed ku xelkê Ranya ye, ragihand: “Ji kevin ve serxwebûn xwena her kesekî Kurd e, lewma jî ez daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikim û bi taybetî jî xelkê devera Raperîn ku çawa bi mêrxasî raperîn kirin, wisa li referandumê xwedî derkevin, da ku ked û xevat û qurbaniyên me vala neçin. Bila xebata me û raperîn û şoreşên me vala neçin. Em dikarin piştî referandum û serxwebûnê hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û pêkve kar ji bo başkirina jiyana xelkê xwe bikin.”
Çalakvanê siyasî Hawrê Hesen ji Raniya wiha got: “Hemû alî dizanin ku Kurdistan di qonaxeke hestyar re derbas dibe û navçe di guhertineke mezin re derbas dibe û pêwîst e em bi berpirsyaretiyeke mezin bi erkê ser milê xwe rabin û kar bikin. Referandum proseyeke niştimanî û neteweyî ye û divê hemû xelkê Kurdistanê lê xwedî derkevin û nabe ti hêncet hebin ji bo dijayetiya wê, lewma jî em dibêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re. Raperîna me ji bo serxwebûnê bû.”




