Feylî: Em guh nadin tehdîdan û emê beşdarî referanduma Kurdistanê bibin
__2017_07_02_h15m50s28__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Şêxekî kurdên Feylî dibêje, êriş û tehdîdên ku ji ber xatirê referanduma serxwebûna Kurdistanê li ser kurdên Feylî tê kirin, dê bandorê li ser îradeya feyliyan neke.
Piştî ku roja encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Serok Barzanî ve hat ragihandin, kurdên Feylî li Bexdayê rastî êriş û tehdîdan hatin, ew tehdîd û gef heta niha jî didomin.
Şêxekî kurdên Feylî bi navê şêx Semîr Feylî li ser wê mijarê ji malpera KDP.info re ragihand ku, Kurdên Feylî dê tevlî referandumê bibin û dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê da ku êdî kurd di bin destê ti kesî de nemînin.
Şêx Semîr her wiha got, helbet li hember her gavekî berdêla wê jî heye, ew tehdîdên ku li kurdên Feylî tên kirin jî berdêla helwesta wan e li ser referandumê. Lê bila ew bizanin emê ti carî ji wan netirsin û gav paşde nevêjin.




