Mamosteyên Zanîngehê: Hemû qurbaniyên me ji bo serxwebûnê bûn

Hewlêr-KDP.info- Roj bi roj 25-9 nêzîk dibe û çîn û xelkên Kurdistanê bi hêviyeke bilind û geşbîniyeke zêde berê xwe didin wê rojê. Mamosteyên zanîngehê ji malpera KDP.info re behsa giringiya wê rojê kirin û ragihandin ku hemû qurbaniyên gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê bûn.
Dr. Elî Haşim, mamosteyê zanîngehê ji Akrê, ragihand: “Referandum projeyeke niştimanî ye. Piştî referandumê û ragihandina serxwebûnê dê aramî li navçeyê belav bibe û dewleta Kurdistan dê di berjewendiya Rojhilata Navîn de be, lewma jî çiqasî zû Kurdistan bibe dewlet ji welatên cîran re baş e.”
Dr. Berevan Muslih ku mamosteyê Zanîngeha Dihokê ye, dibêje: “Pêwîst e hemû aliyên siyasî yek helwêst bin û piştgiriya pêngavên Serok Barzanî bo referandumê û serxwebûna Kurdistanê bikin, ji ber ku eger em vê derfetê jidest bidin êdî pir zehmet e careke din ev derfet vegere, lewma jî eger em her rastî astengî û pirsgirêkan jî bibin pêwîst e em her referanduma xwe bikin. Ji ber ku qurbaniyên gelê Kurd di 100 salên borî de hemû ji bo serxwebûnê bûn.”
Mamosteyê zanîngehê Dr. Cîhad Neiman ji Mêrgesorê ragihand: “Biryara referandumê hemû xelkê Kurdistanê kêfxweş kirine. Xelkê Kurdistanê di vê qonaxê de ji hemû deman zêdetir dixwazin aliyên siyasî bibin yekdeng û yekhelwêst, da ku armancên xwe yên rewa bicîh bînin.”




