26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

UNHCR dest bi pilana vegera koçberên Mûsilê dike

Çavkanî: KDP.info

 

 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Rêveberê UNHCR yê Rojhilatê Navîn û Bakurê Afrîqyayê Emîn Ewez ragihand ku piştî rizgarkirina Mûsil û derdora wê dê mîkanîzm û pilana çawaniya vegerandina koçberan bo ser mal û warên wan bê amadekirin.

Îro Nêçîrvan Barzanî û Emîn Ewez civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiyên xwe pêşkêşî xelk û Hikûmeta Kurdistanê kir li ser pêşwazî û hewandina koçberan û eşkere kir ku ew niha hewl didin ku piştî rizgarkirina Mûsil û derdora wê, mîkanîzm û pilana çawaniya vegerandina koçberan bo ser mal û warên wan amade bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hevahengî û alîkariyên UNHCR ligel Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya koçber û penaberan û daxwaz ji şanda mêvan kir ku rêxistinên wê zêdetir alîkariya koçberan bikin ji ber ku alîkariya wan di ser taqeta Hikûmeta Kurdistanê re ye.

Derbarê vegera koçberan ji ber ser malên wan, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê di serî de navçeyên wan bên aramkirin û herwiha bawerî vegere nava xelkê wan navçeyan, da ku bikaribin bi aramî bijîn.

 
 
 

Nûçeyên têkildar