26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Erebên Mûsil û Mexmûrê: Bi azadî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel serokeşîrên Erebên Mûsil û Mexmûrê civiya û daxwaz ji wan kir ku bi azadiyeke temam di referandumê de beşdar bin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Di civînê de Serok Barzanî diyar kir ku derxistina DAIŞê ji Mûsilê û bidawîhatina şerê dijî DAIŞê nayê wê wateyê ku dawî bi DAIŞê hatiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê ligel nûnerê hoz û eşîretên ereb ên parêzgeha Nînowayê civiya û got: “Ji aliyê leşkerî ve tenê çend rojên DAIŞê mane. Piştî çend rojên din dê taxên teng ên Mûsilê werin kontrolkirin. Ev mûmkin e. lê sedemên derketina DAIŞê li Iraqê hîn ji holê nehatine rakirin. Ev pirsgirêk hê jî weke xwe mane.”

Serok Barzanî di gotara xwe de ji serkirde û kesayetên ereb re diyar kir, ku dever di qonaxeke hesas de derbas dibe û eşkere kir, ku ji bûyer û paşeroja navçeyê dilgiran e.

Serok Barzanî plana hikûmeta Iraqê ya ji bo kontrolkirina Mûsilê û herwiha plana piştî derxistina DAIŞê ya ji Mûsilê jî rexne kir û got: “Beriya 2 salan ji bo kontrolkirina Mûsilê, li gel hikûmeta federal û hevpeymaniya navdewletî me gelek civîn pêk anîn. Plana

kontrolkirina Mûsilê û herwiha ya piştî kontrolkirina bajêr hate dariştin. Di destpêkê de ji bo cîbicîkirina planê germiyek hebû. Lê vê dawiyê min hest pê kir, ku qet giringiyê nadin planê. Qet giringiyê nadin Mûsilê. Mûsil ji qeda û qederê re hiştine.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku wan xwestiye di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de rêkeftineke demkî hebe da ku hevkariya Civata Parêzgeha Nînowa û xelkê Mûsilê bikin da ku bikarin pirsgirêkên wan çareser bikin, lê ev yek jî pêk nehatiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji serokeşîrên amade kir ku bi azadiyeke temam di referandumê de beşdar bin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Herwiha tekez kir ku xelkê navçeyê her çi biryarekê bidin dê ew biryar cîbicî bibe û ti biryarên din li ser wan nayên ferizkirin.

Nûçeyên têkildar