26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Gavên me ber bi Referandumê ve destûrî û aştiyane ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku gavên Kurdistanê ber bi Referandumê ve destûrî û aştiyane ne.

Di civînê de derbarê daxwaza Herêma Kurdistanê ya encamdana referandumê, şanda NY tekezî li ser wê kir, ku ew piştevaniya encamdana giftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, di herdu qonaxên berî referandûmê û piştî referandûmê, ku bi awayekî aştiyane hemû pirsgirêk çareser bibin.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanê tekezî li ser wê kir, ku referandum mîkanîzmeke demokratîk e bo zanîna daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê. Niha û di paşerojê de jî Kurdistan dibe faktera çareseriya aştiyane ji hemû pirsgirêkên navçeyê re.

Mesrûr Barzanê tekezî li wê yekê jî kir, bo pirsa referandumê jî rêkarên destûrî girtiye ber, ji ber ku li gor destûra Iraqê cibicîkirina Bexda ji destûrê re ev dergeh bo gelê me vekirî ye, bo biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û derbarê vê yekê de jî ligel Bexdayê berdewam dibin di danûstandinên aştiyane de, bo gihiştina bi encamekê ku rêzê li xwastekên welatiyan bigire.
 

Nûçeyên têkildar