26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bila hindek alî destan ji çêkirina aloziyan berdin

Çavkanî: KDP.info

Perlemantarekê firaksiyona hevpeymaniya Kurdistanî diyar dike ku hindek aliyên siyasî li Îraqê hene çêkerên aloziyane û rêgirin bu tenahîkirina rewşê.


Mehma xelîl perlemantarê kurd di çivata nûnerên Îraqê de ew çende diyar kir ku Îraq di qeyiraneka nazik daye û bu evro got: (dirustkerên aloziyan di Îraqê da zêdebwîne û her demê me rêke çareyek bo arîşeyan dîtî ye hindek alî qeyiraneka dîtir dirust dikin û dibe egerê wê çendê welat her wek xwe bimîne).


Mehma xelîl amaje bi wê çendê kir ku ew aliyên nevên qeyirana heyî çarebe ji ber berjewendên xwe û got: (li ser wê çendê ku hemû bizavên wan ewin bu dîtina rêke çareyan li gel alên niştîmanî li Îraqê û sererayî wê çendê her hindek layen hene rêgiriyê li wê çendê dikin û dibine arîşe bu evan pênigavan).

 


Li dûmahiyê perlemntarê firaksiyona hevpeymaniya Kurdistanî di çavata nunerên Îraqê da mehma xelîl ew çende diyar kir ku pêdivî ye li ser hemû aliyan dûr ji tayfegerî û tund rewiyê serederiyê li gel aluziya niha heyî bikin û ew feşela heyî di rêvebirina welatî da bikine xizmetkirin bo xelkê Îraqê û çêkirin û dirustkirina qeyiranan destan jêberdin û hizir dihindê da bikin dê çewa xizmet bihête kirin.

 

Nûçeyên têkildar