Divê Ewrupa bizava çarekirina pirsa Kurdan li rojihelata navîn bike

Sînatorê firensî di daxuyaniyekî da li sînatoya Firensa ragehand ku pirsa kurdî giringtirîn pirsgirêke li rojihelata navîn û diyarkir ku pêdivî ye Turkiya mafên neteweya kurd bi fermî bihête qebûl kirin û daxwaz ji yekîtiya Ewrupa jî kir birava çarekirina pirsa kurdî li Turkiya û rojihelata navîn bike.
Mîşel Balot sînatorê Firensa di pirês konfransekî li sînatoyê li ser rewşa rojihelata navîn, Turkiya, Sûriyê û pirsa kurd daxûyaniyên giring dan û diyarkir ku zordariya li ser siyasetmedar, rewşenbîr û kesên helbijartiyên kurd bê navber berdewam dike û got: (pêdivî ye hikûmeta Turkiya siyaseta xwe ya li hember kurdan bi guhore û bi rêya danûstandinê pirsa kurd çare bike, ji ber ku aşikira bûye bi şer, kuştin, girtin û dijwariyê pirs çare nabin û berovajî wê alozî zêdetir berfireh dibin).
Sînatorê firensî herwesa diyar jî kir ku niha li Sûriyê kurdan deverên xwe azad kirîne û birêve diben û got: (wesa xûya dike ku heta pirsa kurd li Turkiya, îran û Sûriyê bi temamî çare nebe alozî jî li rojihelata navîn kêm nabin û gelek ron û aşikiraye ku gelê kurd ji bilî azadyê jiyaneka dî qebûl naken û pêdivî ye yekîtiya Ewrupa jî bo çarekirina pirsa kurdî hevkariya Turkiya bike û berpirsên Turkiya han bidet ku bi rengekî siyasî û li ser mêza danustandinan pirsa kurd çare bikin).
Mîşel Balot di dûmahiya axivtina xwe de ew yek jî aşikira kir ku heyiva bûrî seredana Turkiya û bakurê Kurdistanê kirî ye û li gel berpirsên helbijartiyên kurd û saziyên sivîl kombûnên giring encam daye û got: (di hemû kombûnan da kurdan diyarkirin ku ew naxwazin ji Turkiya cuda bin lê dixwazin herêma otonumî ya bakurê Kurdistanê ava bikin û wek pişkeka giring ya Turkiya li gel turikan da pêk ve azad bijîn û li gor hizra min û distûr û peymanên yekîtiya Ewrupa daxwazên kurdan daxwazyên gelek rewa û di cihê xwe de ne




