Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya behsa referandumê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Balyozê Brîtanya li Bexdayê Frank Baker re behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê kir.
Îro 15-6-2017 danê sibê Serok Barzanî li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li sefîrê Brîtanya li Bexdayê Frank Baker kir.
Di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin.
Serok Barzanî behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê ji Balyozê Brîtanya re kiriye û jê re gotiye ku gelê Kurdistanê dixwaze bi destê xwe qedera xwe diyar bike, vê yekê jî bi awayekî aştiyane dike, di heman demê de dixwaze di navbera Kurdistan û Iraqê de pêwendiyek baş hebe.
Balyozê Brîtanya li Bexdayê jî gotiye ku Brîtanya li gel wê yekê ku hemû gelên cîhanê xwedanê wî mafî ne ku qedera xwe diyar bikin lê wextê encamdana referanduma Kurdistanê baş nîne.




