HDP: Em piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin

Amed-KDP.info- Parlementerê Rihayê û berdevkê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Osman Baydemir li bajarê Qoserê beşdarî di xwarina fitarê ya HDP de kir û li ser rojevê daxûyanî dan.
Girêdayî biryara referenduma serxwebûna Kurdistanê Osman Baydemir ragihand: “Niha li Başûrê Kurdistanê amadehiyên referendumê tên kirin. Ji her çar aliyên cîhanê daxuyaniyên rêzdayinê ji bo îradeya gelê Kurd tên nîşandan. Lê daxuyaniyên Enqere jehrî ne. Ez gelek vekirî dibêjim: mafê gelên Tirkan, Farisan, Ereban çi be, mafê neteweyî yê kevin û xwediyê vê cografyayê gelê Kurd jî heman maf in, ne kêm, ne zêde. Ger brayên me li Başûrê Kurdistanê bi parlementoya xwe, bi partiyê xwe yên siyasî, bi îradeya xwe ya siyasî çi biryarê bigrin, ya ku li me dikeve rêznîşandan a vê biryarê ye. Emê piştgiriyê bidin vê biryara wan. Carek din bixêr be, carek din pîroz be.”




