Berwarî: Emê bi danûstandin û li gorî destûr serxwebûnê rabighînin

Hewlêr-KDP.info- Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî dibêje, Başûrê Kurdistanê dê bi riya danûstandinê û bi riya destûra Iraqê ji Bexdayê cuda bibe û serxwebûna xwe rabighîne.
Ebdulselam Berwarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û ev maf di destûra Iraqê de hatiye. Bexda destûr cîbicî nake, lê emê cîbicî bikin û mafê xwe yê çarenivîsê diyar bikin..”
Berwarî wiha got: “Di nava van 10 salên borî de kê nehiştibû Bexda madeya 140 cîbicî bike? Emê berdewam bin li ser helwêst û biryara xwe û ew jî dizanin dê pêngavên wan bo rawestandina vê proseyê bêencam bin. Di dawiyê de û emê li gorî siyaseta ku Serok Barzanî daniye, emê bi danûstandin û her li gorî destûra Iraqê ji Iraqê cuda bibin.”




