25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xristiyan: Emê bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Xristiyan behsa giringiya referanduma Başûrê Kurdistanê dikin û dibêjin, emê hemû bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re.

Nûnerê Ermeniyan di Parlemantoya Kurdistanê de, Îrwant Nîsan Markos ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek pêkhateya Ermenî, em bi hemû awayekî piştevaniyê li referanduma Kurdistanê dikin. Nabe gelê Kurdistanê li Başûr heta heta li hêviya qederê be. Divê em hemû pêkve gavan bavêjin ji bo lidarxistina referandumê û em zû vê proseyê lidar bixin, ji ber ku derbasbûna demê ne di berjewendiya me de ye.”

Çalakvanê Xristiyan, Ano Ebdoke ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e em hemû bi dilxweşî ber bi referandumê ve biçin. Me wek Xristiyanan biryara xwe daye û emê di referandumê de bêjin “Erê”. Emê hemû bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re. Em dixwazin çarenivîsa me di nava Kurdistaneke serbixwe û aram de be, ji ber ku garentiya jiyana me ligel Iraqê tune ye û fermana kuştina me li wir dan. Em naxwazin li Iraqê çarenivîsa me di destê qedereke nexuyayî de bimîne. Lewma jî ez bawer nakim ti pêkhate wek me piştgiriyê li referandum û serxwebûna Kurdistanê bike.”

Nûçeyên têkildar