Êzdî: Mizgîniya herî cihê dilxweşiyê, referandum e

Dihok-KDP.info- Parlemanterê Êzdî yê Kurdistanê Şêx Şamo dibêje, diyarkirina roja referanduma Kurdistanê mizgîniya herî cihê dilxweşiyê bû ji Kurdên Êzdî re.
Şêx Şamo ku hevdem serokê Desteya Bilind a Bingeha Laleş a rewşenbîrî û civakî ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber ku referandum dê li navçeyên Kurdistanî jî were kirin, navçeyên me Êzdiyan jî dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Helbet berpirsyartiyeke dîrokî niha dikeve ser milê Kurdên Êzdî.”
Şamo wiha got: “Diyarkirina roja referandumê mizgîniya herî cihê dilxweşiyê ye ji tevahiya Kurdistanê û nexasim jî ji bo Kurdên Êzdî. Pêwîst e em Êzdî di asta qurbanîdan û resenatiya xwe de bin û em çarenivîsa xwe bi awayekî diyar bikin ku careke din zilm û karesat neyên serê me.”




