26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Ruhanî ya Êzdiyan: Referandum destkeftekî dîrokî ye

Çavkanî: KDP.info

 

Şêxan-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ruhanî ya Êzdiyan Kerîm Sulêman dibêje, referanduma Kurdistanê destkeftekî dîrokî ye bo tevahiya gelê Kurdistanê û Kurdên Êzdî jî bi hemû awayekî piştevaniyê lê dikin.

Kerîm Sulêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Êzdî bi hemû awayekî piştgiriyê li referandumê û piştre serxwebûna Kurdistanê dikin, ji ber ku destpêkek e ji çareserkirina hemû derd û êş û nexweşiyên ku hatine serê Êzdiyan.”
Sulêman wiha got: “Ji ber garantîkirina siberoja xwe, pêwîst e Êzdî di referandumê de beşdar bibin û bêjin “Erê”, da ku careke karesat neyên serê wan. Em naxwazin careke din ligel Iraqê bijîn, ji ber ku xiyanet bi wan re ye û hizra tundrew ji mejiyê wan dernakeve, lewma jî em dixwazin bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar