Êzdî: Em ji referandumê re amade ne
__2017_06_08_h19m47s29__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Êzdiyên Şingalê civîna duhî ya aliyên siyasî bi serokatiya Barzanî û diyarkirina roja referanduma Kurdistanê, wek destkeftekî girîng û dîrokî wesf dikin û ji malpera KDP.info re ragihandin ku, ew ji referandumê re amade ne.
Xelef Derwîş ku xelkê Xanesorê ye û niha koçber bûye ser Çiyayê Şingalê, dibêje: “Ew biryara ku duhî hat sitendin biryareke dîrokî û girîng bû, ji ber ku biryar hat sitendin ku referandum li navçeyên Kurdistanî jî were kirin, lewma jî ev yek bi taybetî ji bo me Kurdên Êzdî pir girîng e, da ku em ser bi Herêma Kurdistanê ve bin û parastir bin. Ji ber vê yekê em ji roja referandumê re amade ne.”
Hevdem keçek Êzdî bi navê Basîma Êzdîn ku li kampa Baidrê dimîne, dibêje: “Emê hemû di referandumê de beşdar bin û emê bêjin “Erê”. Ji ber ku dê ev yek bibe sedema nemana karesatan bi ser Êzdiyan de û navçeyên me bêxwedî namînin û dê vegerin ser Herêma Kurdistanê û Şingal dê bibe parêzgeh, lewma jî em li hêviya wê roja dîrokî ne û em jê re amade ne.”
Xwendekarê zanîngehê û xelkê Şingalê Xelef Elî jî wiha dibêje: “Ji bo ku careke din Kurdên Êzdî neyên komkujkirin û karesatan nebînin, pêwîst e em hemû di referandumê de beşdar bibin û bêjin “Erê”. Ji ber ku beşdariya me dê vive garantiyek ji siberoja me re. Êzdî li hêviya wê rojê ne, da ku êdî vegerin ser mal û warê xwe.”




