25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deşta Neynewa- Hêzek ji 5 hezar Pêşmerge tê avakirin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê Îsmet Receb dibêje, Serok Barzanî razîbûna xwe li ser avakirina hêzekê ji 5 hezar Pêşmerge li Deşta Neynewa nîşan daye.

Îsmet Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî razîbûna xwe nîşan daye li ser avakirina hêzeke 5 hezar Pêşmerge li Deşta Mûsilê, ew jî ji pêkhateyên Êzdî, Xristiyan, Turkman, Ereb û Kurd.”

Receb wiha got: “Mebest ji avakirina wê hêzê ji bo parastina hemû pêkhateyên Deşta Neynewa ye. Herwiha dê ew hêz ser bi Wezareta Pêşmerge ve be û roja Yekşemê dê nivîsandina nava ji bo wê hêzê destpê bike.”
 

Nûçeyên têkildar