26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Şeşo: 300 Kurdên Êzdê dest ji Heşda Şeibî berdane

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandehiya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo dibêje, Kurdên Êzdî êdî ji hêza Heşza Şeibî dûr dikevin û heta niha zêdetirî 300 çekdar ji wan poşman bûne û ji refê wê hêzê cuda bûne.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ligel hatina Heşda Şeibî bo navçeya Şingalê hejmarek Kurdên Êzdî tevlî wê hêzê bûn. Hinek jî çûn ser malên xwe li navçeyên bin destê Heşda Şeibî û çend rojan li wir man, lê niha hemû poşman bûne û vedgerin Şingalê.”

Şeşo wiha got: “Zêdetirî 300 Kurdên Êzdî dest ji wê hêzê berdane û niha tenê nêzîkî 300 kesî di nava wan de mane û ew jî dê vest jê berdin. Hemû xelkê me ne û kî vegere deriyê me ji wan re vekirî ye.”

Nûçeyên têkildar