Komîsyona Hilibijartinan: Emê di 25.9.2017 de amade bin

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê dibêje, ewê dest bi amadekariyên referandumê bikin û di roja ku hatiye diyarkirin, ewê jê re amade bin.
Dr. Cûtyar Adil Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro ya Serok Barzanî ligel aliyên siyasî de, nûnerên Komîsyona Hilibijartinan jî amade bûn û endamên civînê dixwestin nêrîna me jî nas bikin. Me jî nêrîna xwe gihand wan û em hemû li ser 25.9.2017 me lihev kir.”
Adil wiha got: “Ji aliyê lojestîk ve û li gorî karînên li ber destê me, em dikarin di roja 25.9.2017 de referndumê lidar bixin, lê divê bûdce ji me re bê dabînkirin û Hikûmeta Kurdistanê bilez budceyekê ji me re destnîşan bike, da ku em dest bi karê xwe bikin.”




