26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tevgera Îslamî: Bingeha Dewleta Kurdistanê hat danîn

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje, civîna îro civîneke dîrokî bû û tê de bingeha Dewleta Kurdistanê hat danîn.

Ebdulah Wertî ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna îro çarenivîsaz û dîrokî bû, ew jî bi amadebûna piraniya aliyên siyasî û tê de biryareke çarenivîsaz hat dan, ku ew jî referanduma serxwebûna Kurdistanê ye.”
Wertî wiha got: “Diyarkirina roja referandumê pir girîng bû û pêngaveke dîrokî û cihê dilxweşiyê bû, ji ber ku em karin bêjin di vê civînê de bingeha ragihandina Dewleta Kurdistana serbixwe û rizgarbûna gelê Kurdistanê, hat danîn.”
 

Nûçeyên têkildar