Kake Heme: Biryara dawî hat dan..Gelê Kurdistanê dê çarenivîsa xwe diyar bike

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mehemed Hac Mehmûd behsa civîna ya Serok Barzanî ligel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û ragihand ku di civînê de biryara dawî hat dan û dê gelê Kurdistanê di 25.9.2017ê de çarenivîsa xwe diyar bike.
Mihemed Hacî Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro de ku Serok Barzanî tê de serperiştiya civînê dikir, referandum hat gotûbêjkirin û roja wê hat diyarkirin. Biryar hat dan ku şandek biçe Bexdayê û li wir bi eşkere pirsa referandumê gotûbêj bike. Herwiha dê şandek biçe welatên erebî û welatên cîran jî. Şandek dê biçe Ewropa jî û peyama referandumê ligel wan gotûbêj bike.”
Kake Heme wiha got: “Komîteyek jî dê pêk were ji bo serdana wan aliyên ku civîna îro baykot kirbûn, da ku ew jî ligel me beşdar bin.”
Sekreterê Partiya Sosyalist wiha domand: “Di civînê de biryara dawî hat dan û dê gelê Kurdistanê di 25.9.2017ê de çarenivîsa xwe diyar bike.”




