26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê herêma kurdistanê nameya serxweşîyê arasteya malbata xwedê rihma xwe lê bike "Tariq Îbrahîm Şeref" kir

Çavkanî: KDP.info

Birêz Mesûda Barzanî serokê herêma Kurdistanê nameyeka serxweşîyê arasteya malbata xwedê rihma xwe lê bike " Tariq Îbrahîm Şeref" bi boneya koça dawîya wî kir.
eve jî tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malabata birêz xwedê riham lê bike Tariq Îbrahîm Şeref
Silava xwedê li we be
Gelek mixabin, min bi xem û kovaneka mezin, nûçeya nexweşa koça dawiya nivîskar û rojnamenivîs rihma xwedê lê be "Tariq Îbrahîm Şeref"  wergirt.
Bi vê xemgîniyê, ez pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşa we dikim û ji dil ve ez hevxemîya xwe bo we û hemû nivîskaran û rojnamenivîsan radigihênim.
Serê we xweş be, ez hêvîdarim ku xwedê mezin bi rehmet û dilovaniya xwe biparêz e û bi behişta fireh û berîn xwe şad bike. Her weha ji yezdanê mezin û dilovam hêvîdarim ku sebir û aramiyê bi malbata we bide.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/05/2012

Nûçeyên têkildar