Nêçîrvan Barzanî: ROSNEFT dê aboriya Kurdistanê geş bike û derfetên kar veke

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, hatina şîrketa Rosneft bo Kurdistanê dê bandoreke erênî li ser geşekirina aboriya Kurdistanê bike û dê derfetên kar ji xelkê Kurdistanê re veke. Herwiha dê bi hatina wê, gelek şîrketên din ên mezin li ser asta cîhanê handan ji wan re çêbibe û ew jî bên li Kurdistanê kar bikin.
Nêçîrvan Barzanî piştî bi dawî hatina civîna îro ya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê konfranseke rojnamevanî li dar xist û derbarê çend mijaran de axivî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê konfransa rojnamevanî de herwiha derbarê rêkevtina Heêrma Kurdistanê û şîrketa Rosneft a Rûsyayê û pêwendiyên navbera Kurdistan û Iraqê de jî axivî.
Li ser girêbesta Kurdistanê ya bi Rosneftê re, Nêçîrvan Barzanî got: “Ew rêkevtin gelek giring e û ji bo vegerandina baweriya bi bazara Kurdistanê di asta cîhanî de pêngaveke mezin e. Hatina wê şîrketê bo Kurdistanê dê bandoreke erênî li ser geşekirina aboriya Kurdistanê bike û dê derfetên kar ji xelkê Kurdistanê re veke. Herwiha dê bi hatina wê, gelek şîrketên din ên mezin li ser asta cîhanê handan ji wan re çêbibe û ew jî bên li Kurdistanê kar bikin.”
Derbarê têkiliyên bi Bexdayê re jî Nêçîrvan Barzanî got, ku giring e ew bi Bexdayê re li ser mijarên têkildarî her du aliyan li hev bikin.
Nêçîrvan Barzanî li ser krîza dîplomatîk a navbera Qeterê û Erebistanê û welatên din ên kendavê de ragihand, ew pêşbînî nakin ku pirsgirêkên kendavê ti bandor li ser Herêma Kurdistanê hebe.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got, ew hêvîdarin ku arîşeyên navera welatên kendavê bi rêya gotûbêj û diyalogê çareser bibin.




