26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal- “Heşda Şeibî û PKK hewla têkdana gorên komî didin”

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Şingalê Weyis Nayif dibêje, Heşda Şeibî û PKK rêgiriyê li vegera koçberên Şingalê bo ser mal û warê xwe dikin û herwiha herdu alî hewla têkdana gorên komî yên li Şingalê didin.

Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina Heşda Şeibî bo hinek navçeyên Êzdiyan bûye pirsgirêkek bo xelkê navçeyê û nahêlin xelk herin ser gundên xwe û rêgiriyê li wan dikin. Herwiha hewla têkdana navçeyê didin û ev yek jî ne di berjewendiya xelkê me de ye û hatina wan bo navçeyê pilanek bû ji bo ku di paşerojê de xelkê navçeyê rastî karesatên din nebin.”

Nayif wiha got: “Li gundê Koço û hinek navçeyên din çendîn gorên komî hene û PKK û Heşda Şeibî bûne rêgir li vekirina wan goran, ji ber ku heta ew li navçeyê bin ew gor nayên vekirin û rêxistinên navdewletî naçin wan navçeyan. Herwiha PKK û Heşda Şeibî hewla têkdana wan goran didin. Lewma jî baştirîn çareserî ji wê navçeyê ew e ku Hêzên Pêşmerge li wir bicîh bibin û PKK û Heşda Şeibî ji wir derkevin.”

Nûçeyên têkildar