25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hindistan: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Hindistanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ji hemû aliyan ve ligel Herêma Kurdistanê, pêş bixin.

 

Roja sêşem 07.06.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ammar Şîna Cîgirê Wezîrê Derveyê Hîndistanê yê karubarên aborî û şandekî li gel kir ku ji Pradîp Sîng Racpur Balyozê Hîndistanê li Iraq û Dîpak Meglanî Konsolê Hîndistanê li Hewlêr pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Hindistanê yê karubarê aborî xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe yê geşkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warên cûda cûda de bi Serok Barzanî ragihand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mêhvanan kir û rêz hurmeta xwe jî ji bo gel û şaristaniyeta Hîndistanê nîşan da û ronahî jî xiste li ser xebata gel û zilamên mezinên Hîndistanê yê ji bo gihîştina bi azadiyê. Herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina peywendiyan li warên cûr bi cûr li gel welatê Hindistanê ragihand.

Her di vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî behsa gefên hizra teror û tundrewiyê li ser asta cîhanî û navçeyî kirin û di derbarê çawayiya rûbirûbûna terorê de danustandina bîr û ramanan kirin. Li mijareke dinê vê civînê de rewşa Musil û şerê terorê li Iraqê nirxandin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo nehiştina yek carekiya DAIŞê pêwîste ku ew sedem neyên hiştin ku bûye sedema serhildan û geşbûna terorê li Iraqê.

Serok Barzanî got ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hewlekî hemû aliyane ji aliyê civaka navdewletî heye û divê şerê îdeolojiya terorê jî bê kirin û tenê rûbirûbûna leşkerî û ewlehî ji bo jinavbirina terorê, bes nake.

Nûçeyên têkildar