26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Generalê Amerîka: Em qet qebûl nakin ku hêzek sînorê Kurdistanê derbas bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand: “Bi ti awayî nayê qebulkirin, ku hêzek sînorê Kurdistanê derbas bike û bixwaze îradeya xwe li ser me ferz bike.”

Êvariya îro Duşema 05.06.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji General Tawnsênd Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên artêşê û Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka naveroka nameya Wezîrê Berevaniya Amerîka ji bo Serok Barzanî diyar kir ku tê de piştevaniya hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve dûpat kir û herwiha Wezîrê Berevaniyê ji bo serkeftinên li dijî DAIŞê û hemahengiya li gel artêşa Iraqê spasiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge kiriye. Herwiha di dirêjahiya axaftina xwe de Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka bal kişand ser wê yekê ku bi bê Pêşmerge û rola Serok Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge mehal bû ku li dijî terorîstên DAIŞê de serkeftinê bidest hatiba. Ew yek jî eşkere kir ku hêjî astengiyeke zêde maye û şerê terorê maye, ji bo wê yekê pêwîstiya me bi hemahengî û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo piştevaniya Amerîka ji bo hêzên Pêşmerge spasî wî generalê Amerîka kir û di axaftina xwe de behsa rewşa meydanî ya bereyên şer kir û tekez kir ku berî operasyona Musilê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku plana serbazî û plana siyasî û îdarî bi pêkve hebe ji ber ku pêşbîniya serhildana kêşeyên nû li Mûsilê dihate kirin, lê belê mixabin ku kar ji bo plana siyasî û îdarî ya qonaxa piştî DAIŞê nehatiye kirin.

Di derbarê rewşa rojavayê Musil û başûrê Şingalê Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku eger armanca tevgera wan hêzên ku hatine Şingalê, şerê terorîstên DAIŞê be nepirsgirêk e, lê belê eger hewl hebe ji bo birêvebirina ajandayên din jibilî şerê terorê, ew yek dê bibe sedema serhildana giriftên mezintir û dê bibe sedema jidestçûna destkeft û serkeftinên li dijî terorê.

Serok Barzanî ji amadebûyên civînê re ragihand: “Bi ti awayekî nayê qebulkirin hêzek sînorê Kurdistanê derbas bike û bixwazê îradeya xwe li ser me ferz bike.”

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku hinek kes mijul in wan sedemên ku bûne sedema serhildana DAIŞê, dûbare bikin.

Di derbarê naveroka rêkkeftinan de, Serok Barzanî ji bilî nîşandana rizamendiya xwe li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê bal kişand ser wê yekê ku li gorî rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û Hikûmeta Iraqê biryar bû ku hemû aliyek pabendî wan xalan bin ku ji bo wan hatiye diyar kirin.

Serok Barzanî wê yekê rûn kir ku rêkkeftin jî li ser ewe hatibû kirin ku Pêşmerge û artêşeke hêzekî hevbeş pêkbînin ji bo paqijkirina başûrê Şingalê û rojavayê Tele'fer ji terorîstan, artêşa Iraqê mijulî şerê Musilê bû û Pêşmerge jî pabendî rêkkeftinê bû û bi vê sedemê rêkkeftin nehat bi cîhkirin, li vê navberê de Heşd bi bê hemahengî li gel tu aliyek tevgera xwe li wan navçeyan destpêkir û li encamê da rewşeke aloz hate afirandin. Ev rewş jî wê yekê xuya dide ku nîgeraniyên me ji nebûna rêkkeftina siyasî û îdarî li cihê xwe bûye.

Hêjayî gotinê ye di vê civînê de Mihemedê Hacî Mehmud Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê û Şêx Ce'fer Şêx Mistefa Endamê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên serbazî û siyasiyên Herêma Kurdistanê amadeyê vê civînê bûn.
 

Nûçeyên têkildar