Serok Barzanî û Suneyên Iraqê qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin
__2017_06_05_h15m10s34__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Lil Iraq Mutehedun kir û di wê hevdîtinê de qonaxa piştî DAIŞê hat gotûbêjkirin.
Roja dûşem 05.06.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Lil Iraq Mutehedun kir ku ji Usama Nuceyfî Emîndarê Partiyê û Cîgirê Serok Komarê Iraqê û hejmarek ji endamên mekteba siyasî ya Partiya Lil Iraq Mutehedun pêkhatibû.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nurî Şawês û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê birêve çû, di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û şerê dijî terorîstan li Musil û qonaxa piştî DAIŞê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê civînê de ronahî xistin li ser paşaroja siyasî ya Iraqê û hilbijartinan û metirsiya nemana tewafuq û şeraketê û her wiha ew gefên ku li qonaxa paşarojê da rûbirûyê Iraq û navçeyê dibin.
Di beşekî dinê civînê de herdû aliyan li ser hemahengî û peywendî û şêwirîna berdewam li ser pêşhatên siyasiyan bi hevrebûn




