Serokatiya Kurdistanê êrişa terorîstî ya Londonê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa terorîstî ya Londonê şermezar kir û hevxemiya Serok Barzanî bo gel û hikûmeta Brîtanya ragihand.
Şeva borî li paytexta Brîtanya-Londonê di encama êrişeke terorîstî de herî kêm 7 sivîl hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn.
Bi helkefta wê bûyerê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên bi telefonê pêwendî bi rayedarên konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê kir û ji bilî şermezarkirina wê êrişa terorîstî, hevxemiya Serok Barzanî jî bo gel û hikûmeta Brîtanya gihand wan.
Fuad Husên her wiha diyar kir ku teror li ser hemû cîhanê tehdîd e ji ber wê jî gelê Kurdistanê hevxemê gelê Brîtanya ye.




