25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov civiyan

Çavkanî: KDP.info

Rûsya-KDP.info- Di duyemîn roja Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersbûrgê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre, ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya.

Îro danê nîvro 02-06-2017, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî de, li bajarê Saint Petersbûrgê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevdîtinek pêk anî.
Piştî civînê Serokwezîr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku di civînê de asta pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê, çawaniya tekoşîna li dijî DAIŞê, rewşa Sûriyê kirine û got: “Jiber hevkariya şerê terorîstên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê me spasiya Rûsyayê kir. Ji bo pêşxistina pêwendiyên me ji her aliyê ve, ev kombûn bû derfetek. Bi taybetî jî di warê siyasî û aborî de. Me behsa rewşa Sûriyê jî kir.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê baş in û ew hêvîdikin, ku baştir jî bin.
 

Nûçeyên têkildar