26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêwendiyên Hewlêr û Moskoê ji hemû aliyan ve bihêz dibin

Çavkanî: KDP.info

Mosko-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ligel Wezîrê Wize yê Rûsyayê de de daxwaz kir, ku pêwendiyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê tenê di warê enerjiyê de nebin, kertên din jî vegire.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel, ku di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî li Saint Petersbûrgê ne, ligel Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak civiyan.
Di hevdîtinê de berpirsên kompanyaya Gazpromê jî amade bû û Wezîrê Wize yê Rûsyayê Novak ji şanda Kurdistanê re got: “Hikûmeta Rûsyayê hewldide kompanyayên din jî han bide da ku li Kurdistanê kar bikin.”
Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir: “Bi tevê rewşa zehmet a li Kurdistanê, kompanya Gazpromê karên xwe berdewam kir û bûne handereke bi hêz, ku kompanyayên din ên rûsî bixwazin li Kurdistanê kar bikin.”
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo kompanyayên dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin, jî anî ziman.
Serokwezîr herwiha behsa rewşa Kurdistanê ya çend salên derbasbûyî kir û got: “Niha rewş baştir dibe û Herêma Kurdistanê pêngav bi pêngav vedigere rewşa xwe ya asayî.”
Nêçîrvan Barzanî pêwîst zanî, ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê tenê di warê enerjiyê de nemîne û kertên weke pîşesazî, çandin û yên din jî vegire, lewma jî ji hikûmeta Rûsyayê xwest, kompanyayên rûsî hanbide da ku li Kurdistanê kar bikin.
Di heman kombûnê de biryar hatiye danyîn, ku hevdîtin û civînên zêdetit di navbera şanda Kurdistanê û kompanyayên rûsî de werekirin.

Nûçeyên têkildar