26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Putîn: Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe tevdigere

Çavkanî: KDP.info

 

Serokê Rûsya Vladimir Putîn ragehand ku niha İraq parçe parçe bûye û wek mînak jî Herêma Kurdistanê pêşan da û got: " Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe tevdigere. "

Li gor nûçeyekê ku di malpera radyoya Newa de hatiye belavkirin Putîn dibêje: " Ji ber İraqê peywendiyên Moskow û Washîngton ber aloziyê ve çûn, di serdema serokatiya Dmitry Medvedev de peywendiyên me ligel Emerîkayê ber bi başbûnê ve çûn, lê helwêsta me ya derbarê İraqê de bû sedem ku peywendiyên navbera Rûsya û Emerîka têk biçin û pirsgirêk derkevin. "

Vladimir Putîn behsa wê yekê jî dike ku şerê İraqê hat kirin û bi awayekî serkeftî jî dawî lê hat, lê belê hejmara qurbaniyên li İraqê dema bê berhevkirin ji yên serdema Sedam Husên gelekî zêdetir in.

Nûçeyên têkildar