25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya Navdewletî: Em çavdêriya navçeyên rizgarkirî yên Mûsilê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de generalê mêvan ragihand ku ew çavdêriya rewşa navçeyên rizgarkirî yên parêzgeha Mûsilê dikin.

Roja çarşem 31.05.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Stîvn Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandekî li gel kir ku ji Ken Gruss Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji efser û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Di civînê de ku Kerîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, bi hurî behsa berev pêşveçûnên operasyona azadkirina Mûsilê kirin û rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa û pêşhatên nû yên wî şerî hate nirxandin.

Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriye xweşhaliya xwe bi wê hemahengî û hevkariya bi hêz ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê xisterû ku li çarçêweya operasyona azadkirina Musilê da pêkhatiye û nîgeraniyên her dû aliyan jî di derbarê wan karên berevajiya rêkkeftina hevbeşa Herêma Kurdistan û Amerîka û Iraqê hatine encamdan xistinrû û gef li ser aramiya navçeyên azadkiriyên parêzgeha Nînowa dane zanîn.

Fermandeyê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku ew bi hurî çavdêriya rewşê dikin û behsa rêkarên pêwîst yên ji bo rêgirtina wan zêdeçûnan kirin.

Di dawiya civînê de tekez li ser berdewamiya guftûgo û hevkarî û hemahengiya herdû aliyan hate kirin.

Nûçeyên têkildar