Cîgira Serokê ENKSê ji zindana PKKê derket

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Îro Çîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ji zindana PKKê hate rizgarkirin.
Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê Fesla Yûsif ji zindana PKKê derket, ku ligel 13 serkirdeyên din ên ENKSê ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin, ji ber ku navenda ENKSê li Qamişlo vekirbûn.
Newaf Reşîd wiha got: “Hêj hejmarek serkirdeyên me di zindanên PKKê de ne, ew jî mîna Beşad Emîn, Neşet Zaza, Silêman Oso, Muhsin Tahir, Nafih Ebdulah û hejmareke kadir û endamên din ên ENKSê. Em hêvîdar in ew kes jî ji zindanên wan derkevin.”




