PDKê li Polenda ji bo referandum û serxwebûna Kurdistanê piştevanî xwest

Hewlêr-KDP.info- Şandeke PDKê bi serokatiya Hêmin Hewramî li ser vexwendineke fermî ji aliyê welatê Polenda li wî welatî ye û li wir pirsa referandum û serxwebûna Kurdistanê gotûbêj dike.
Di çarçoveya tevgera PDKê de ji bo kirina referandumê û ragihandina serxwebûna Kurdistanê, şandeke PDKê bi serokatiya Hêmin Hewramî Berpirsê Dîvdeçûnên Karên Siyasî û Pêwendiyên Giştî yên Ofîsa Serok Barzanî li ser vexwendineke fermî serdana Polenda kir.
Roja 29-5-2017 şanda PDKê ji aliyê xanim Rênta Tjçînska Konsula berê ya Polenda li Herêma Kurdistanê û Yoenna Vronêtska Cîgira Wezîrê Derve yê Polenda li avahiya Wezareta Derve ya Polenda hat pêşwazîkirin û di wê hevdîtinê de behsa referandum û serxwebûna Kurdistanê hat kirin. Hewramî daxwaz ji Polenda kir ku hikûmeta wan bi riya Yekîtiya Ewropa piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê bikin di rêferanduma diyarkirina çarenivçsa Herêma Kurdistanê de.




