Serokatiya Kurdistanê bersiva Malikî da: Cihê te û Kurdên ser bi te ve, zibilxane ye

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva gotinên Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî yên derbarê serxwebûna Kurdistanê û hin mijarên din da û ragihand: “Serxwebûna Kurdistanê mafê gelê Kurdistanê ye û bila baş bizane eger dilê wî bi bêîradeyiya çend kurdan xweş e, dê cihê wî û wan kurdên bêîrade zibilxane û zibildana dîrokê be.”
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel rojnameya Exbar a Lubnanî de, li ser hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo serxwebûna Kurdistanê û bi gotina wî binpêkirina destûra Iraqê ji aliyê Kurd ve axiviye û Kurd tohmetbar nîşan daye.
Li hember wan gotin û tohmetbarkirinan, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îro sêşembiyê di daxuyaniyekê de bersiva Nûrî Malikî da.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel rojnameya Exbar a Lubnanî de zêdegaviyeke mezin li hember mafên gelê Kurdistanê kiriye û gotinên ne di cih de û zêdebêjî derbarê birêz Serokê Herêma Kurdistanê de kiriye û rê daye xwe ku li gor heza xwe behsa bûyeran û mafên gelê Kurdistanê bike. Malikî fêr bûye, ku dijminatîkirina xelkê Kurdistanê ji bo propagandayên hilbijartinê bi kar bîne, lê belê bi rasî ne ew bi xwe û ne jî ew xelkên ku li pey gotinên wî ketine, ji bo me cihê giringîpêdanê nînin û ti nirxeke nêrînên wan tine ye.”
Di daxuyaniyê de, Malikî weke çavkaniya şikest û karesatên li Iraqê, gendelî, geşbûna terorê û têkbirina Iraqê hatiye binavkirin û tê gotin: “Cihê matmayînê ye, kesek ku bûye bela li ser Iraqê û çavkaniya şikest û êş û geşbûna terorê, hêşta şerm neke û biaxive, diviyabû kesekî weke wî ku Iraq têk da, dawî bi jiyana xwe anîba, yan her neba, xwe ji çavên xelkê Iraqê veşartiba, ew kesê ku Iraq kire serlîsteya gendeltirîn welatên cêhanê û dizî û bêserûberî û neşefafiyet berfireh kir, ew kesê ku Iraq xiste nav agirê tayifegeriyê û di serdema wî de, bi sedan kes ji xelkê rewşenbîr û elîtên sunî hatin terorkirin û hatin windakirin, ew kesê ku nizane soz û îmza çî ye û weke ava vexwarinê peymanan dişikîne û dûr e ji prensîpên medayetî û mirovbûnê, çawan dibe ku derfet ji wî re hebe ku careke din vegere ser desthilatdariyê? Em ji Malikî dipirsîn te ji Iraqê re çi kiriye? Zêdetir ji 500 milyar dolar dahata Iraqê li ber destê te bû, nîvê wê dahatê jib o talan û gendeliyê bi heder da û nîva din jî bo wêrankirina Iraqê.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Umêd Sebah destnîşan dike, ku çarenivîsa Malikî li pêşberî îradeya gelê Kurdistanê dê her şikest û çarenivîseke reş be. Sebah li ser wê yekê dibêje: “Wî zilamî di hevdîtina xwe de zimanê gefê li dijî xelkê Kurdistanê bi kar aniye, li wire m jê re radigihînin, ku wa ew meydan, û were xwe biceribîne. Pêştir dijminên gelek ji te bihêztir û zêdegavtir xwe ceribandine û li ber îradeya gelê Kurdistanê çok dane û rastî çarenivîseke reş û biyom bûne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, amaje bi dîbaçeya destûra Iraqê ya derbarê mercê parastina yekîtiya Iraqê de hatiye kirin û hatiye gotin: “Di dîbaçeya destûrê de bi elalî amaje bi wê hatiye dank u pabendbûn bi destûrê merc e bo mana Iraqê bi yekparçeyî û Malikî bû ku destûr binpê kir û ti wate jê re nehişt û eger di serdema tarî ya desthilatdariya xwe de rêz li destûr û mafê xelkê girtiba, tekez dê ew karesat çênebana, ji ber wê jî kesek eger destûr binpê kiribe, mafê wî nîne lis er destûrê biaxive.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiyê de hişyariyê dide Malikî û dibêje, ew ne di wê meqamê de ye ku li ser serxwebûna Kurdistanê û mafên gelê Kurd de biaxive û tekez dike, ku dê cihê Malikî û kurdên ser bi wî ve zibildana dîrokî be.
Li ser vê mijarê daxuyanî wiha dibêje: “Serxwebûn mafê gelê Kurdistanê ye û bi ti hawayekî ew di wê meqamê de nîne, ku li ser biaxive, ew jî bila baş bizane ku di serxwebûnê de hemû kursitaniyek û aliyên kurdistanê yekdeng û yekhelwest dibin û eger dilê wî bi bê îradeyiya çend kurdan xweş e, bila piştrast be, ku dê herî dawî cihê wî û kurdên ser bi wî di nav zibilxaneya dîrokê de be.”




