26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkiye nûneratiya xwe li Dihokê vedike

Çavkanî: KDP.info

 

Dihok-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ragihand ku Tirkiyê dê nûneratiyeke xwe li bajarê Dihokê veke û dê ew nûnerayetî bi karê Konsulxaneya Tirkiyê rabe û tê de vîzeyê jî bide welatiyan.

Ebdulselam Sitûnî Berpirsê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e Konsulxaneya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê nûneratiya xwe li bajarê Dihokê veke û tê de ew nûberayetî bi karê konsulxaneyê rabe.”

Sitûnî wiha got: “Vekirina wê nûneratiyê pêngaveke girîng e ji bo berfirehkirina pêwendiyan û ji bo hêsankirina karûbarê welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber ku tê de dê vîzeya Tirkiyê jî bê dan û êdî welatiyên Dihokê ji bo wergirtina vîzeyê nayên Hewlêrê.”

Nûçeyên têkildar