UN: Şerê Sûriyê bûye şerekî taifî

Hin lêkolînerên Netewên Yekgirtî gotine ku, şerê Sûriyê bûye şerekî taifî, û gotin ku Kurd hatine kişandin bo nava şer.
Di raportekê de, grûpek ji lêkolînerên serbixwe di Netewên Yekgirtî ragihandin ku, piştî 2 salan ji şer di navbera opozisyonê û hêzên rêjîmê de, surştiya şerê Sûriyê bûye şerekî taifî.
Lêkolîneran di raporta xwe de gotine ku, Kurd û kemîneyên wek Ermenî , Fille , Dirzî , Filestînî û Turkuman, hatine kişandin bo nava şer, lê şerê herî giran di navbera Sunne û Elewiyan de ye.
Raportê aniye ziman ku, hêzên rêjîmê êrîşên xwe yên esmanî bêtir kirine, û bi taybet li ser nexweşxaneyan.




