26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Muqtede Sadir: ti dîktator nikare desthilatdarîya Iraqê bike

Çavkanî: KDP.info

Serokê alîyê Sedir " Muqtede El-Sedir" tekez kir, ku pişkdarîyê wî di kombûnîn Hewlêrê de û vexwendina wî bo kombûnên Necef, tenê ji bo yekxistina alîyên sîyasîyên Iraqê ye.
Herweha Sadir got, pêdivîya em Iraqekî weha ava bikin ku têde hukûmeta ji bo xizmetguzarîya hevwelatîyan û mezlûman be, lê ew tiştê niha heye hemû bi berevajî evê piransîpê ye.
Ji alîyekî din ve Sedir gelek rexne li ser mana serokê wezîrên Iraqê di posta xwe de girt û weha got, " Ew jî wek Sedam Husyen dixweze di posta serokatîyê demekê dirêj bimîne, lê " ti dîktator nikare desthilatdarîya Iraqê bike".
Di derbarê dîtina rê çareyekî ji bo qeyrana sîyasî ya niha li Iraqê heye, Sedri weha da xuyakirin, ku " min gelek daxwaz ji serkirdeyên Iraqê kirîye ku pêdivîye em Iraqekê ava bikin ku hukûmet di xizmeta mazlûman de be ne mazlûm bikeve xizmeta zilimdaran".

Nûçeyên têkildar