26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS: Berdevkê PDKê ji aliyê îstixbarata Sûriyê ve hatiye perwerdekirin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Piştî revandin û dûrxistina Berdevkê berê yê YPGê Rêdûr Xelîl ji aliyê PKKê ve, êdî kesek din li cihê wî hatiye danîn û wê kesî li Şamê perwerde wergirtiye.

Hat ragihandin ku êdî kesek bi navê Nûrî Mehmûd ku wek Heval Karwan cihê Rêdûr Xelîl girtiye.

Derbarê wê yekê de, Endamê ENKSê Behzad Şêxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev nêzîkî 15 rojan e ku çarenivîsa Rêdûr Xelîl nediyar e û hin kes dibêjin ku PKK ew xistiye zindanê de û hin kes jî dibêjin ji bo Şamê hatiye şandin. Lê niha Nûrî Mehmûd li şûna wî hatiye danîn, ku bi dehan endamên ENKSê bi destê wî hatine revandin.”

Behzar Şêxo wiha got: “Ew Heval Karwan demeke dirêj ji aliyê Îstixbarata Sûriyê ve hatiye perwerdekirin.”

Nûçeyên têkildar