Malikî sedema şikestina hukûmeta xwe dixe stoyê wezîrên alîyê Sedir

Jêderekî nêzî serokê hukûmeta Iraqê " Nûrî Malikî" ragihand, ku "Malikî" bi kesê duyemê alîya Sadr "Mustafa Yaqunbî" re ragihand, ku " sedema şikestina hukûmeta wî hemû dikeve stoyê wezîrên alîyê Sadir.
Evî jêderî nexwestîye navê xwe xuya bike ji malpera "Şefeq News" re ragihandîye, ku Malikî berî vî bi çend rojan, çav bi alîkarê serokê alîyê Sedir " Mustafa Yaqunbî" keft, tê de, Yaqûbî daxwaz ji Malikî kir, ku pidivîye hukûmeta wî xizmetguzarîyan baş bike û wezareta navxwe bide wan û zîndanîyên alîyê Sedir azad bike.
Herwe evî jêderî jî got, Malikî ji Yeqûbî re weha da nîşandan, ku şikestina hukûmeta wî bo berdestkirina xizmetguzarîyan dikeve stoyê wezîrên alîyê Sedir û azadkirina zîndanîyan jî ne di desthilata wî de ye.
Berî vê bi demekê yek ji nûnerên lîsteya El-Iraqîyye " Huseyîn Şe'lan" di kombûnên Necef de ragihandibû, ku Sedir di evê kombûnê de gelek tekezî li ser destnîşankirina yek hefte wek ku mawe ji bo hevpepymanîya Niştimanî da ku dawî bi qeyranên sîyasî bihêne û bersiva kombûnên Hewlêrê bide.




