25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî pêşwazî li Dr. Kendal Nezan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Enstîuta Kurdî li Parîsê kir û di wê hevdîtinê de Mîranê behsa rola rewşenbîran di civaka Kurdî de kir.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li rewşenbîrê Kurd Dr. Kendal Nezan Serokê Enstîuta Kurdî li Parîsê kir.

Mîranî jibilî ku bi germî pêşwazî li Dr. Kendal kir, kêfxweşiya xwe bi serdana wî nîşan da û behsa rola rewşenbîran di civaka Kurdî de kir, ku wan rewşenbîran di wextên dijwar de dengê şoreşa Kurdistanê bûn û Dr. Kendal jî yek ji wan kesên bi bandor bû di rewşenbîrkirina civaka Kurdî de.

Ji aliyê xwe ve, Nezan spasiya Sekreterê Polîtburoya PDKê kir.

Nûçeyên têkildar