Serkirdeyekî PDK-Sê: Armanca PKKê tepsandina pirsa Kurdî ye

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyekî PDK-Sê dibêje, eşkere ye ku PKK li Rojavayê Kurdistanê pirsa Kurdî ditepsîne û eger heta salekê ev rewş neyê çareserkirin, divê em fatîheyê li ser Rojavayê Kurdistanê bixwînin.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê pir xerab e, ji ber ku jiyana siyasî û azadî û ewlehî ji bin destê deselata PKKê bidawî hatiye û xelk hemû ji Rojava koçber dibin.”
Azîzî hişyarî da û got ku niha Kurd dibin kemîne û Ereb dibin zorîne û Rojavayê Kurdistanê tê bierebkirin û divê çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin.
Kawa Azîzî got: “Armanca PKKê li Rojavayê Kurdistanê tepisandina pirsa Kurdî ye û heta salekê eger Pêşmergeyên Roj venegerin dê Rojava jidest biçe û divê em fatîheyê li ser bixwînin.”




