Di mehekê de PKKê 5 serkirdeyên ENKSê revandine..PKK kesî qebûl nake

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ragihand ku çekdarên PKKê û bi heman siyaseta xwe ya çewt di nava mehekê de 5 serkirdeyên ENKSê revandine.
Ebdulrehman Apo ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bi zorê hejmareke serkirdeyên ENKSê girtine û niha çarenivîsa wan nexuya ye. Ew jî Neşet Zaza, Beşar Emîn Endamên Polîtburoya PDK-Sê ne û Fesla Yûsif Cîgira Serokê ENKSê û Muhsin Tahir û Mihemed Emîn Husam Endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê, ne.”
Apo wiha got: “Hejmareke din jî ji endamên me di zindanên PKKê de ne, mîna Barzan Husên Peyamnêrê ARKê û Dr. Mihemed Ehmed Serokê Komeleya Hêvî.”
Wî serkirdeyê PDK-Sê wiha doamnd: “PKK jiyana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê têk daye û herkes van kar û reftarên wan şermezar dike, lê PKK qet guh nade kesî û îtîrafê bi nirxên demokrasiyê nake û kesî ji xwe pê ve qebûl nake.”




