Mamosteyên Êzdî: Çarenivîsa me bi ya Kurdistanê re girêdayî ye..Serxwebûn garentî ji me re jî

Dihok-KDP.info- Mamosteyên Êzdî yêm Zanîngeha Dihokê dibêjin, referandum û serxwebûna Kurdistanê tekane garantî ye ji bo ku karesat û nexweşî bi ser Êzdiyan de dûbare nebin. Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku çarenivîsa wan bi ya Kurdistanê re girêdayî ye.
Elî Coqo, mamosteyê Zanîngeha Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Referanduma Kurdistanê ji bo me Êzdiyan jî pir girîng e. Em wek miletê Kurd wek mezintirîn netewe li Rojhilata Navîn em bê dewlet in û divê em bighên mafê xwe. Serxwebûn bê ragihandin dê Êzdî jî beşek jê bin û dê bi asteke mezin tê de beşdar bin û dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê. Ji aliyekî din ve jî pêwîst e Êzdî di hemû biwarên îdarî û leşkerî de di rêvebirina welat de beşdar bin.”
Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Faris Elyas Kutî jî wiha dibêje: “Pêwîst e paşeroja Êzdiyan bê yekalîkirin û ji bo ku em zanibin dê çarenivîsa Êzdiyan çi lê bê, pêwîst e referandum li navçeyên me jî bê kirin û nêrîna wan jî bê wergirtin. Piraniya Êzdiyan çarenivîsa xwe bi ya Kurdistanê ve girê didin, ew jî tevî ku hinek alî hewl didin ku Şingalê ser bi Iraqê ve bihêlin. Niha dema baş e ji bo lidarxistina referandumê û em wek Êzdî dibêjin ku serxwebûna Kurdistanê dê ji me re garantî be ji bo ku karesat û nexweşî bi ser me de dûbare nebin.”




