25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî çû ser gora Newşîrwan Mistefa

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt bajarê Silêmaniyê û serdana gora Newşîrwan Mistefa kir.

Nêçîrvan Barzanî tevî şandekê îro duşembiyê 22ê Gulana 2017ê bi serdanekê gihîşt bajarê Silêmaniyê û serdana gora Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Misetaf kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser gora Newşîrwan Mistefa axavtinek pêşkêş kir û ragihand, ew ji bo gihandina hevxemî xwe bi malbata Newşîrwan Mistefa û Tevgera Goranê serdana gora wî kirine.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe got, Newşîrwan Mistefa roleke mezin di serxistina raperîna (serhildana) gelê Kurd û herwiha nivîsandina destûra nû ya Iraqê de hebû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, ku Serokê Giştî yê Goranê Newşîrwan Mistefa herdem li cem wan cihê rêzlêgirtinê bûye û got: “Guman tê de nîne ku cudahiyênsiyasî di navbera me de hebûn, lê gelek karê me yê hevbeş bi Newşîrwan Mistefa re hebûn. Ew jî mîna avakirina bereya Kurdistanî heta ligel Îdrîs Barzanî û piştre ligel cenabê Serok Mesûd Barzanî.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha hêvî kir, ku ew tazî bibe sedema çareserbûna pirsgirêkan û bi amajekirina bi pirsgirêkên navbera PDKê û Goranê û hebûna nakokiyan, diyar kir: “Destkevtên me ji nakokiyan zêdetir in.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ew yek jî da zanîn, wî bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser gora Newşîrwan Mistefa û ji bo gihandina peyama hevxemiyê bi malbata wî serdana Silêmaniyê kiriye.

Nûçeyên têkildar