Şingal- Zêdetirî 1000 çekdarî ji PKKê cuda bûne

Şingal-KDP.info- Çekdarên PKKê berdewam in ji cudabûna xwe ji refeên PKKê û li gorî zanyariyên Fermandarê Pêşmerge li Şingalê, hejmara wan çekdarên PKKê yên ku cuda bûne, hezar derbas kiriye.
Fetmandarê Pêşmerge li Şingalê Hasim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmareke pir mezin ji Kurdên Êzdî dest ji PKKê berdane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne, nexasim jî piştî ku siyaset û nêta PKKê ji wan re eşkere bû.”
Wî feramdarê Pêşmerge wiha got: “Ew çekdarên ku ji PKKê cuda dibin, tên nava Hêzên Pêşmerge û perwerdeya leşkerî dibînin û bi fermî dibin Pêşmerge.”
Sîteyî wiha got: “Beşek pir mezin ji Êzdiyan ji PKKê dûr ketine û piraniya wan hatine û bûne Pêşmerge û cudabûna wan çekdaran berdewam e.”
Hevdem Fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û heta niha hejmara wan kesan 1000 derbas kiriye.”




