26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî ji Şêwirmendê Trump re behsa referanduma Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê radigehîne ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixwazê paşerojek aram bo gelê Kurdistanê ava bike.

Di civîna Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Netewî ya Koşka Spî Herbert McMaster û şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtinek pêkanîn û hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji ber piştevaniyê wan a ji herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re spasî li Amerîkayê kir û ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê dê wek hevpeymenek giring ê Amerîkayê bimîne.’’

Mesrûr Barzanî amaje bi peyvendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê kir û ragehand, gelê Kurdistanê xwedî dîrokeke tal e li gel hikûmetên Iraqê, ji ber vê jî rêveberiya gelê Kurdistanê dixwaze paşerojeke aram bo gelê Kurdistanê ava bike.

Barzanî derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de jî ragihand; Em dixwazin projeyê bi awayeke hêmin û aram û aştîxwaziyane pêk bînin.’’

General Herbert McMaster di civînê de ji Mesrûr Barzanî û şandeya li gel re ragehand, Washington keyfxweşe ji ber peyvendiyên li gel Hewlêrê û got: ‘’Peyvendiyên me yên bihêz li gel Kurd heye û em dixwazin bihêztir bikin.’’

Herwaha şêwirmendê serokê Amerîka Jared Kushner jî di hevdînê de amade bû û ragihand ku, gelê Kurdistanê û rêveberiya wê pêwîst e zanibin ku ew xwedî dostên baş in li Koşka Spî ya Amerîkayê.

Nûçeyên têkildar