26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo mamosteyan: Bila zarok û ciwanên me xwe kêm nebînin û bêîrade nebin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyamekê de salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pîroz kir û tê de ji mamosteyan re got, rê nedin ku hewlên neyaran ji bo belavkirina hestên xwe biçûkzanînê û bêîradeyîyê di nava zarok û ciwanên welatê me de, ser bigrin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê
Silav û rêz
Bi helkefta salvegera 55 pêncih û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.

Xebata rizgarîxwaza gelê me, derxerê wê rastiyê ye ku mamostayên Kurdistanê ji bilî erkê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li sengerê pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Piştî birîna budçeya Kurdistanê û şerê terorîstan û lêkeftên wê şerê, ji bilî astengiyan û rewşa xeraba darayî, ewê mamostayan û hemû karmend û xelkê Kurdistanê, bi heman ruhiyeta Pêşmergeyan ve beranber wê rewşa giran xweragir bûn û we nehişt karwana xwendinê li Kurdistanê raweste. Niha jî ku li sayeya qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê, efsaneya DAIŞê li ser destê zarokên Kurdistanê hate têkşikandin û gelê me hengaveke mezin li pêşe, pêwîst e mamosteyan bi heman rûhiyeta Pêşmergane ve li xebatê da bin û hestên niştîmanperwerî û Kurdayetî li nav nifşên niha da geş bikin rê nedin hewla nehezan yên ji bo belavkirina hesta xwe bi kêmzanîn û bê îradeyî li nav zarok û gencên welatê me da serbigrê.

Pêwîste mamosta wan waneyan bi zarokên me bibêjin ku nabê qurbaniyên gelê me bê encam bê û bi hêviyeke zêde ve berev paşarojeke bi rumet ve hengav bavêjin.
Her şad û serkeftî bin.

Mesûd Barzanî
15/5/2017”

Nûçeyên têkildar