26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kes nikare Êzdiyan ji Kurdistane veqetîne..Ew dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got; “Êzdiyên resen dê biraya çarenivîsa xwe bidin. Ti hewlek nikare Êzdiyan ji Kurdistanê veqetîne.”

Serok Barzanî bi helkefta 24emîn salvegera damezrandina Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê peyamek weşand û pîrozbahî li hemû karmendên navendê û kurdên êzidî kir û diyar kir: “Ez karên we yên ji bo parastina resenî û taybetmendiyên êzidiyan bilind dinirxînim.”

Mesûd Barzanî destnîşan kir, ku kurdên êzidî beşekî giring ê bexwedana gelê kurd bûne û got: “Ew plan û şerên ji bo qirkirin û tunekirinê hatine kirin, nekarîne êzidiyan ji nav bibin. Dirindetiya DAIŞê û karê ne mirovane ya vê grûba terorîstî, dagirkirina wan a Şingalê nekariye bandore liser rêveberiya we bike. Hevşêweyê birayên xwe yên pêşmerge, we berxwedaneke bi lehengî kir. Ev peyamek bû, ku ti hewlek nikare Êzdiyan ji Kurdistanê veqetîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, ku dê kurdên êzidî ji aliyê pêşmerge ve werin parastin û ev peyam da: “Koçberên Êzdî dê vegerin cihên xwe, deverên wan dê werin avakirin û Êzdiyên resen bi xwe dê biryarê li ser çarenivîsa xwe û çarenivîsa navçeya xwe bidin.”
 

Nûçeyên têkildar