26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS: PYD di siyaset û rêvberiya xwe de şikest..Siyaseta PKK li Rojava cîbecî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragehand ku, PYD di siyaset û rêveberiya xwe de bi serneket û şekstin anî, herwiha da zanîn ku, PYD siyaseta PKK li Kurdistana Sûriyê cîbecî dike.

Îro, roja Çarşemê 10.05.2017 Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro li Hwelêrê paytexta Kurdistanê di pirêskonfiransekê de û bi amadebûne endamên nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê girtina endamên Sekretariya Giştî ya ENKS ji aliyê Asayîşa PYD ve şermezar kir.

Biro da zanîn ku, PYD di siyast û Rêveberiya xwe de şekestin anî û bi ser neket, herwiha da zanîn ku, ew baskên PKK li Kurdistana Rojava ne û siyasetên wê cîbecîdike û ti aliyên din qebûlnake.

Di heman konfiransa rojnamevanî de Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro rexne li Amerîkayê kir derbarê radestkirina çekan bo YPG û got ku, nabe çek tenê bo aliyekê were radestkirin, ji ber PYD wan çekdan li dijî welatiyên Rojava bikartîne û zolmiyê li wan dike.

Derbarê rêkeftên di navbera wan û PYD de Biro tekez kir ku, PYD hemû rêkeftinên li gel wan ku, li Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê hatibûn imzekirin binpêkirin û cîbcînekirin, ji ber ku, ti şrîkan bi xwere qebûlnake.

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro derbarê da zanîn ku, PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê hemû xelkê navçeyê neçarkirine ku, birevin yan jî li gor siyaseta wan li gel wan karbikin.

Nûçeyên têkildar