Rêveberiya Kerkûkê: Bila PKK hêzên xwe vekişine..Kerkûk necihê çalakiyên PKKê ye

Kerkûk-KDP.info- Rêveberiya Kerkûkê li dijî bilindkirina ala PKKê li Kerkûkê derket û daxwaz kir, ku PKK hêzên xwe yên li Kerkûkê vekişe û vegere cihê xwe yê jê hatiye.
Qaymiqamê Kerkûkê Kamil Saleyî derbarê hebûna PKKê û bilindkirina ala wê li wî bajarî got: “Eger PKK beşdarî şerê li dijî DAIŞê li Kerkûkê kirbe em spasiya wan dikin. Lê nabe werin li vir bicîh bibin û neçin. Divê PKK vegere cihê xwe.”
Saleyî da xuyakirin: “Kerkûk ne cihê çalakiyên PKKê ye. divê vegere cihê xwe yê jê hatiye û hewla pêkanîna armancên xwe bide lê ne li Kerkûkê. Nabe ji ber xwe ve PKK li Kerkûkê ala xwe bilind bike.”
Derbarê daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên derbarê Ala Kurdistanê de Kamil Saleyî got: “Dema yasa bi temamî hatin cîbicîkirin, dikare ev mijar jî di çarçoveya yasayan de were gotûbêjkirin.”




